• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îranê li ser gefa kuştina şûngirê Qasim Sulêymanî bersiva Amerîkayê da

Gulan Media January 25, 2020 Nûçe
Îranê li ser gefa kuştina şûngirê Qasim Sulêymanî bersiva Amerîkayê da
Wezareta Derve ya Îranê derbarê gefa kuştina Îsmaîl Qaanî, Fermandarê nû yê Supaya Quds û şûngirê Qasim Sulêymanî, bersiva Amerîkayê da û ragihand, ew gef wê yekê îsbat dike ku dewleta Amerîkayê bi awayekê organîzekirî teroran dike û nîşana “terora dewletî” ya Amerîkayê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî li hember daxuyaniya berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de ya derbarê egera kuştina Fermandarê nû yê Supaya Quds a Îranê de bertek nîşan da. Ebas Mûsewî got, ew daxuyaniya Biran Hook nîşana “terora dewletî” ya Amerîkayê ye.

Mûsewî diyar kir, “Amerîka piştî rêveberiya Ziyonîzmê (Îsraîl), duyemîn welat e li cîhanê ku bi awayekê fermî hikûmet û hêzên çekdarên xwe ji bo encamdana kiryarên terorîstî erkdar kiriye” û tekez kir, Amerîka dê wê peywirê bo demên paşerojê jî bikar bîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da xuyakirin, ew daxuyaniyên bi wî awayî şermezar dikin û destnîşan kir, “bikaranîna kiryarên terorîstî ji aliyê Amerîkayê ve belgeya lawaziya sîstema Amerîkayê û hebûna aloziyên di navbera berpirsên wî welatî de ye.”

Ebas Mûsewî bang li civaka navdewletî kir û got: “Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin, ku sînorekê ji bo wê heza terorê ya Amerîkayê danin, ku renge bibe sedema aloziyên bêtir.”

Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Biran Hook di daxuyaniyeke li gel rojnameya Şerqul Ewset de hişyarî daye şûngirê Qasim Sulêymanî û Fermandarê nû yê Supaya Quds û gotiye, “eger Îsmaîl Qaanî (Fermandarê nû yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran) li ser heman rêya kuştina Amerîkiyan biçe, dê çarenivîsa wî jî wek çarenivîsa Qasim Sulêymanî be.”

Biran Hook herwiha amaje bi cidîbûna Amerîkayê ji bo parastina berjewendiyên xwe li navçeyê kiriye û diyar kiriye: “Her êrîşek li dijî Amerîkiyan an jî berjewendiyên Amerîkayê, dê rastî berteka me ya tund bihê.”

Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê di berdewamiya axavtinên xwe de gotiye: “Ez fikir dikim ku rejîma Îranê jî êdî fêm kiriye ku nikarin êrîşî Amerîkiyan bikin û encama wê nebînin.”

Îsmaîl Qaanî piştî ku Qasim Sulêymanî roja 3ê Çileya 2020 ji aliyê Amerîkayê ve di êrîşeke esmanî de li Balafirxaneya Bexdayê hat kuştin, bi biryara Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî, wek Fermandarê nû yê Supaya Quds hat diyarkirin.

Qaanî piştî wergirtina posta Fermandariya Supaya Quds, çendîn caran ragihandiye, ku ew dê li ser heman rêbaz û bernameya Qasim Sulêymanî berdewam be.

Roja 3ê Çileya îsal, General Qasim Sulêymanî ku ji Sûriyê derbasî Bexdayê bûbû, li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de, tevî Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û 8 kesên din hatibû kuştin.

Îranê jî di tola kuştina Qasim Sulêymanî de roja 8ê Çile bi 15 mûşekên balistîk êrîşî binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kirib.

Rudaw
Top