• Wednesday, 11 February 2026
logo

Qanûna berhingariya madeyên hişber radestî Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin

Gulan Media January 25, 2020 Nûçe
Qanûna berhingariya madeyên hişber radestî Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin
Parlementoya Kurdistanê qanûna berhingariya madeyên hişber li Kurdistanê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.

Li gorî agahiyên BasNewsê, serokatiya parlementoya Kurdistanê roja 23 vê mehê qanûna berhingariya madeyên hişber li Kurdistanê, ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê dê di nav 15 rojan de wê qanûnê îmze bike û piştî wê ew qanûn dê ji aliyê hikûmetê û di nav 90 rojan de were bicîhanîn.

Qanûna berhingariya madeyên hişber, ku ji 50 bendan pêk hatiye, roja 12 vê mehê ji aliyê parlementoyê ve hatibû pesendkirin.

Di qanûna han de cezayên giran bo bazirgan, bikarhêner û kesên ku pêwendiya wan bi madeyên hişber ve heye, hatiye danîn.

Top