• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pentagon: Kurd û Sune bi mana hêzên Amerîkî li Iraqê re ne

Gulan Media January 25, 2020 Nûçe
Pentagon: Kurd û Sune bi mana hêzên Amerîkî li Iraqê re ne
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, Kurd û Sune daxwaz dikin hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman di konferanseke rojnamevanî de ragihand, nûnerên Kurd û Sune daxwaz kirine, hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Amaje bi wê da, hîna erkê wan di şerê li dijî DAIŞê de bidawî nebûye û ji bo wê gefê jî pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Amerîk û Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Diyar kir jî, Amerîka sîstema mûşekî Patriot li çend cihên Iraqê datîne û artêşa Amerîka jî cihê wan destnîşan dike.

Parlemana Iraqê berî çend rojan biryara derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû, di civîna Parlemanê de jî perlemanterên Kurd û hin perlemanterên Sune beşdar nebûbûn.

Rudaw
Top