Partiya Babacan jî, nêzîk tê damezrandin
Tê ragihandin, ku bernameya Partiyê qediya ye û niha liser destûr, nav, logo û xebatên din ên dawî yên partiyê tên kirin.
Partiya Babacan, ku tê bawerkirin, dê dinav AK Partî ya desthilat de derizandinê bike, bandorek neyênî li desthilata AK Partî bike, li herêmên Kurdî jî, tê çaverêkirin, ku ji Partiya Nû hatiye damezrandin – Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) ya Serokwezîrê berê Ahmed Davutoglu, zêdetir piştgiriyê bibîn e.
Ligor tê çaverêkirin, Partiya Babacan herî dereng heta nîv ê meha Sibatê dê serîlêdana xwe li Wezareta Navxweyî bike…
K24
