• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di erdheja Bakurê Kurdistanê de 20 kesî canê xwe jidest dan

Gulan Media January 25, 2020 Nûçe
Di erdheja Bakurê Kurdistanê de 20 kesî canê xwe jidest dan
Di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê rû daye de, 20 kesan canê xwe jidest dan û nêzîkî hezar kesî jî birîndar bûn.

Şeva bûrî 28 caran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erd hejiya, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê bû. Erdheja yekem bi tundiya 6.8 pile li pîvera Rîchterê bû û erdheja deyem jî bi tundiya 5.4 pile bû. Herwiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hest pê hate kirin.

Li gor amarên destpêkê, heta niha li bajarên Xarpêt û Meletiyê 20 kesan canê xwe jidest dane û bi sedan jî kes birîndar bûne. Herwiha hejmarek ji xanî û avahiyan jî herifîne.

Bi dehan ambulans bo cihê erdhejê hatine şandin û tîmên hawarhatinê jî mijûlî lêgerîna di nava avahiyên herifîne de ne.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, li tevahiya herêmên Efrîn, Kobanî û Qamişlo jî hest bi erdhejî hate kirin.
Top