• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêzên Rûsî û Amerîkî li Cizîrê

Gulan Media January 24, 2020 Nûçe
 Hêzên Rûsî û Amerîkî li Cizîrê
Hêzên Rûsî û Amerîkî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih bûne û ger û tevgera xwe jî berdewam dikin.

Pêgehên wan hêzan li çend navçeyên diyar hene, berî çend rojan jî, hinek nakokî di navbera wan de derket.

Tirs ji wê yekê jî heye ku nakokiyên hêzên Amerîkî û Rûsî bibin sedema rewşeke aloztir li navçeyê.

Di nava heftiyekê de, sêyemîn car e nakokî di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de li Rojavayê Kurdistanê derdikeve.

Li ser rêya Til Temir û Dêrikê problem di navbera wan de derketin, wan hêzan rê li hev girtibûn.

Hemû hêz li derdora Dêrikê kom bûne, ji ber ku zeviyên petrol û gazê li wê derê hene.

Her wiha bi derketina wan nakokiyan re, xeter li ser Deriyê Sînorî yê Sêmalka jî derdikeve.

Pêgehên hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, bêhtir li Rimêlan, Swêdiyê û Şedadê hene ku li wan navçeyan jî bîr û zeviyên petrolê hene û Amerîkî li wan deveran dikevine dewriyê.

Pêgehên hêzên Rûsî, bêhtir li Qamişlo, Amûdê, Kobanî û nêzîkî Til Temir in. Bi dirêjiya xeta sînorî ya Cizîrê, ji bilî Serê Kanî û Girê Spî, dewriyeyên Rûsî di tevgerê de ne, dewriyên wan jî ji navçeyên Dêrikê, Tirbe Spî, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û başûrê Kobanî derdikevin.

Herwiha li ser riya Hesekê-Til Temir û Qamişlo jî hêzên rûsî têne dîtin û pêgeha leşkerî ya sereke ya Rûsî jî li balfirxaneya Qamişlo ye.

Rudaw
Top