• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka: DAIŞ li Kerkûk û Diyalayê zindî bûye

Gulan Media January 24, 2020 Nûçe
Amerîka: DAIŞ li Kerkûk û Diyalayê zindî bûye
Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey îro roja pêncşemê 23.01.2020an got ku di kiryarên DAIŞê li Kerkûk û Diyalayê zêde bûye.

Jeffrey li Washingtonê di konferanseka rojnemevanî da got ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka xebatên xwe li Iraqê cemidandine û vê gavê ew di rewşa xweparastinê de ye. Herwiha ew çavdêriya rewşa herêmê dikin.

Herwiha Jeffrey got: “Piştî biryara parlamana Iraqê ya derxistina hêzên bîyanî ji wî welatî, danûstandin bi hikûmeta Bexda re berdewam dikin ku biryarekê were dayîn.”

Jeffrey bi berdewamî got ku di tundîya DAIŞê yên li Iraqê de zêdebûnek nehatiye dîtin, lê wî li xwe mikûr hat ku sekinandina operasyonên dijî DAIŞê dikare rê li ber jinûve xurtbûna DAIŞê veke.

Herwiha Jeffrey dîyar kir ku ewê roja çarşemê li Kopenhagê bicivin û biryara ser sibêroja operasyonên dijî DAIŞê li Iraqê û Sûrîyê bidin û wê hevpeymaniya navdewletî di erka xwe ya dijî DAIŞê de berdewam be.

Basnews
Top