Civata Bilinda Dadwerîyê: Ji niha û paşve dadgeha Îthadî şîyana biryardanê nabe
Ew nivîsar, evro 23/1/2020 derçûye û têda Civata Bilinda Dadwerîyê tevaya sazî û dadgeh agahdar kirîye, ku kar bi ti biryareka Dadgeha Îthadî nekin, çunku hejmara yasayî ya endamên wê ne temam e û biryarên wê hêza yasayî nîne.
Herweha hatîye: Her biryarek ji Dadgeha Îthadî derkeve, rewayî ya yasayî û destûrî nîne.
Sedema ji destdana rêjeya yasayî ya endamên Dadgeha Bilinda Îthadî bo wê yekê vedigere, ku dadwer , Farûq Samî ku endamê dadgehê bû hatîye xanenişîn kirin.
K24
