Supaya Pasdaran: Di dema kuştina Sulêymanî de agahiya me ji çalakiyên Amerîkayê hebû
Emîr Elî Hacîzade, Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran, amaje bi wê dike, di dema êrişa kuştina Qasim Sulêymanî de çalakiyên Artêşa Amerîkayê li jêr çavdêriya wan de bûn, weke dema rabûna firoekyên Amerîkayê, gera wan li asman, teqemeniyên wan û peywendiyên wna jî li gel binkeyên wan.
Emîr Elî Hacîzade diyar dike, “Bi min ecêb bû, me nedizanî plana wan çi ye, firokeya bêpîlot, MQ9, li asmanê navçeyê digeriya. Ew li binkeya Elî Salim a Kuweytê rabûbûn. Helîkopter li firokexaneyên navxwe li Tacî û Esed ve hatibûn. 4 an 5 binkeyan destê wan di vê operasyonê de hebûye. Me çavdêriya hinek rûdanan dikir, lêbelê me nedizanî plana wan çi ye, ji ber ku agahiya me ji bernameya Hacî Qasim nebû, kesê agahî li bernameya wî nebû û me jî nedizanî.”
Li gor beşek ji şarezayan, kuştina Qasim Sulêymanî, karîgeriyê li ser çalakiyên Îranê li navçeyê dike, lêbelê beşek ji wan beşdarî vê nêrînê nabin. Nazim Debax, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê , li ser zimanê berpirsên bilind ên Îranê ji Heftenameya Rûdawê re ragihand, “Wan siyaseta Îranê bo derve dadirêjtin û Qasim Sulêymanî jî cîbicî dikir.”
Elî Xaminêyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê di peyameke bi boneya kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand, “Hemû dost û dijmin bizanin ku rêbaza bereya berevaniya dê bi hêzeke çend beramberî caran berdewam be.”
Bereya berevaniyê ya Îranê bo pênasekirina rêxistinên nêzikî Komara Îslamî li navçeyê tê bikaranîn. Îsmaîl Qaanî, Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran Quds û şûngirê Qasim Sulêymanî, piştî destnbikarbûnê di berpirsyariya xwe ya nû de tekezî li ser dirêjîpêdana bi rêbaza Qasim Sulêymanî û tolhildana wî kir.
Lêbelê Amerîkayê hişyarî da Qaanî û ragihand, dibe ku çarenivîsa wî jî wek a Qasim Sulêymanî be. Brian Hook, Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, ji rojnameya Şerqul Ewset (Al Sharq al Awsat) re raguhand, “eger Îsmaîl Qaanî li ser heman rêya kuştina Amerîkiyan biçe, dê çarenivîsa wî jî wek çarenivîsa Qasim Sulêymanî be.”
Pêştir jî Donald Trump Serokê Amerîkayê, hişyarî dabû ku her cure êrişke bo se Amerîkiyan an bo ser berjewendiyên Amerîkayê, dê bersiveke tund bidin.
Rudaw
