James Jeffrey bo Rûdawê: Kurdistan ji bo me ewletir e
James Jeffrey di konferanseke rojnamevaniyê de li ser pirsên peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û herwiha metirsiya zindîbûna DAIŞê de axivî.
Şanderê Taybet ê Amerîkayê ragihand ku metirsiya serîhildana DAIŞê pirsgirêkek gelek mezin e û got ku wan li ser wê yekê ye, “Rast e xilafeta DAIŞê di aliyê fizîkî de hatiye têk birin lê hêzên li navçeyê, hêzên Iraqî, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) nîgeranin.”
Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê derbarê ‘navçeya aram’ li Rojavayê Kurdistanê Jeffrey got, “Em kar ji bo vegerandina aramiyê bo Bakurê Sûriyê dikin. Me li Sûriyê hêzên pêwîst hene ji bo ku bîrên petrolê nekevin destê DAIŞê. Ez piştrast nînim ji mebesta te ji navçeya aram, lê Kurdistan ji bo me navçeyeke ewle ye, bo ku em li wir kar bikin. Heta niha ti hêzeke ser bi Îranê ve li wê navçeyê nîne ku em dizanin berî niha hinek milîşeyên ser bi Îranê ve teqe li hêzên me kir.” Jeffrey herwiha got ku Sûriyê nikariye erkê xwe di rûbirûbûna DAIŞê de pêk bîne.
Derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê jî Jeffrey got, “Me hebûneke taybet li Iraqê heye. Em operasyonan li dijî DAIŞê pêk tînin. Me daxwaz ji NATO kiriye di operasyonan de alîkar be. Hevpeyman ji bo mana li Iraqê di gotûbêjê de ne.”
Şanderê Taybet ê Amerîkayê tekez jî kir, “Em rêz li yasa û destûra Iraqê digirin, lê me hêla xwe ya sor heye.”
Rudaw
