• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel wezîrê werizişê civiya

Gulan Media January 24, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel wezîrê werizişê civiya
tekez li ser baştir kirina rewşa ciwanan kirin
Îro Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê weriziş û karûbarên ciwanan ya hikûmeta Îraqê Ehmed Rêyaz Talib kir.

Di civînê de Ehmed Rêyaz Talib spasiya helwest û hewldanên Serok Barzanî bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyan û lêbûrînê di navbera pêkhateyên Îraqê de kir.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê û daxwazên xwepîşanderan hate kirin û her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku lazime piştgîriya daxwazên ciwanan were kirin û hewl bo pêşde birina rewşa ciwan û werizişê li Îraqê û Kurdistanê were dayîn.
Top