• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heşdî Şeibî dijatiya xwe bo danîna sîstema dijî mûşekiya Amerîkayê li Iraqê ragehand

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Heşdî Şeibî dijatiya xwe bo danîna sîstema dijî mûşekiya Amerîkayê li Iraqê ragehand
Hevpeymaniya Fetih ku hevpeymaniya milîsên Heşdî Şeibî ya li Parlamentoya Iraqê ye, dijatiya xwe li hember danîna sîstema dijî mûşekî ya Amerîkayê li ser axa Iraqê ragehand.

Parlamenterê hevpeymaniya Fetih Kerîm Elewî ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, biryara derxistina hêzên Amerîkî û biyaniyan biyara Parlamentoya Iraqê ya bi hemû pêkhatevan ve ye.

Derbarê nûçeya bicîh kirina sîstema dijî mûşekiya patriot a Amerîkayê ya li ser axa Iraqê jî Kerîm Elewî ragehand, bicîh kirina wê sîstema Amerîkayê serweriya Iraqê binpê dike û Iraqî vê red dikin.

Roja 03.01.2020ê artêşa Amerîkayê bi rêya balefirekî bê balefirvan ve karwanekî çekdarî yê Heşdî Şeibî li balefirgeha Bexdayê bombebaran kir. Encamê de cîgirê serokê Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendîs û fermandarê hêza Quds a ser bi sipaha pasdaran Qasim Silêmanî û 9 berpirs û çekdarên din ên Heşdî Şeibî hatin kuştin.
Top