• Wednesday, 11 February 2026
logo

Muqteda Sedr, li dijî hebûna Amerîka li Iraqê xwepêşandana milyonî rêk dixe

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Muqteda Sedr, li dijî hebûna Amerîka li Iraqê xwepêşandana milyonî rêk dixe
Biryare sibe xwepêşandaneke milyonî li Bexdayê li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê birêve biçe.

Berî naha Parlamentoya Iraqê, piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî, biryara derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê pejirandibû.

Biryare, sibe 23ê vê mehê xwepêşandana milyonî li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, li Bexdayê bê kirin.

Berî du rojan Muqteda Sedir di twîttekê de daxwaz ji xelkê kiribû, beşdarî vê xwepêşandanê bibin û nivîsîbû: “Xwe pêşan bidin, welatê me ne cihê biyanî ye.”

Berdevkê fermî yê Muqteda Sedir, Selah Ubeydî ragehand, sibe xwepêşandana milyonî li çarrêya Zanîngeha Bexdayê li navçeya Çadiriye tê kirin, ji bo bandor li ser xwepêşandanên xelkê nebe.

Ji aliyekî din ve, xwepêşanderên Iraqê di daxuyaniyekê xwepêşandana Muqteda Sedir a li dijî hebûna hêzên Amerîkî red kirin.

Xwepêşanderan di daxuyaniyê de gotin: “Daxwaza ji nava xaka Îranê ve li dijî Washingtonê tê kirin, siyasî ye û nakeve doza Iraqê”.

Basnews
Top