Siyasetmedarekî ereb yê Iraqî: Barzanî berevanî li mafên ereban jî kiriye
Siyasetmedarê Iraqî û serokê partiya Umme ya Iraqê, Mîsal Alûsî, ku dostê kurdan e jî, ji BasNewsê re got, firaksiyonên Bîna û Saîrûn yên parlementoya Iraqê li hember destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê mezintirîn asteng in.
Mîsal Alûsî her wiha got, milîsên şîe û hikûmeta Iraqê êrişî xwepêşanderan dikin ku bi awayekî aştiyane daxwaza mafên xwe dikin, wan digirin û îşkence dikin û bi vî rengî dixwazin rastiyan veşêrin. Ev karên wan li dijî Destûrê û mafên mirov e.
Wî siyasetmedarê Iraqî anî ziman ku Iraq dewleteka binketî û lawaz e ji ber wê jî pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye.
Bi gotina wî dostê kurdan, Herêma Kurdistanê baştirîn kar kiriye ku gotiye naxwaze hêzên hevpeyman ji Iraqê derkevin.
Mîsal Alûsî behsa rola Serok Mesûd Barzanî jî kir di aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê de û got, Serok Barzanî mêrxasê çiya ye û siyasetmedarekî mirovdost e. Eger bêhnfirehiya wî nebûya hindek kesan dê rewş ber bi aliyekî din ve biribana. Pêgeha herêmî û navdewletî ya Serok Barzanî dikare berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêze.
Serokê partiya Umme ya Iraqê da xuyakirin ku Serok Barzanî ji bilî parastina mafên kurdan, berevanî li erebên Iraqê û hemû pêkhateyên Iraqê kiriye, ji ber wê jî Barzanî bûye semol.
Basnews
