• Wednesday, 11 February 2026
logo

Derçûyên kolîjan ên Kurd li Kerkûkê xwe pêşan didin

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Derçûyên kolîjan ên Kurd li Kerkûkê xwe pêşan didin
Derçûyên kolîjan ên Kurd li Kerkûkê li dijî tayînkirina derçûyên pêkhateyên din xwe pêşan didin û dibêjin, stem li Kurd hatiye kirin û bi berawirdkirina ligel pêkhateyên Ereb û Tirkmen, hejmareke kêm ji wan hatine tayînkirin.

Li gor zanyariyan, bi biryara parêzgarê sepandî yê Kerkûkê û bi hevbeşî ligel Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê ji koma 2885 karmendên perwerdeyê, 1850 karmendên perwerdeyê ji pêkhateya Ereb hatine tayînkirin, li hemberê jî 500 karmend ji Kurd û hejmarek din jî ji pêkhateya Tirkmen hatine tayînkirin.

Derçûyên zanîngehan ên Kurd îro li pêş avahiya Perwerde li Kerkûkê nerazîbûna xwe nîşan dan û ji destpêkê ve alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket. Piştre jî xwepêşanderan hêk avêtin avahiya Perwerdeya Kerkûkê.

Peymnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, heta niha derçûyên zanîngehan bi kombûna xwe berdewam in û ew bixwe dibêjin, heta daxwazên wan bicih nebin, ji wir naçin.

Amaje bi wê jî da, daxwaza derçûyan ew e, yan hejmareke zêdetir ji Kurdan bêne tayînkirin wek pêkhateyên din, yan jî fermana tayînkirina bê hilweşandin.

K24
Top