Trump: Leşkerên me li Iraqê ji ber êrîşa Îranê rastî serêşiyê hatin
Îro 22.01.2020ê êvari li Davosê serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re ragehand, êrîşa tolhildanê ya Îranê ya piştî kuştina Qasim Silêmanî bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê pir metirsîdar nebûye.
Trump bi henekî ve behsa bandora êrîşa Îranê kir û got, wî bihîstiye ku leşkerên wan rastî serêşiyê hatine, lê ez bawerim serêşiya wan jî ne metirsîdar e.
Basnews
