Berhem Salih û Donald Tiramp pirsa serwerîya axa Îraqê gengeşe dikin
Derbarê civînê Koçka Sipî ragehandinek belav kir, di wê ragehandinê de hatîye: Her dû serok rêkkevtin li ser pêwîstîya berdewam a hevpişkî abûrî û ewlehîyê di navbera Emerîka û Îraqê de di çarçoveya rûbirûbûna Daîşê de.
Herweha hatîye, di civînê de, Donald Tiramp tekez li ser pabendîya Emerîkayê kirîye beranber bi serwerî û akincî ya Îraqê.
Her derbarê wê dîdarê de, serokatîya Komara Îraqê ragehandinek belav kirîye. Di wê ragehandinê de hatîye,di civînê de, pirsa mana hêzên bîyanî û kêmkirina hejmara wan hatîye behiskirin û tekz li ser giringîya rêzgirtinê ji daxwazîyên gelê Îraqê hatîye kirin bo berevanîyê ji serwerî ya nîştîmanî û dabînkirina asayîş û akincîyê.
Pirsa mana hêzên bîyanî li Îraqê bûye mijara serekî ya piroseya sîyasî li Îraqê û roja //1/2020 Civata Nwênerên Îraqê biryareka nepabendkar derkirn û daxwaz kir, hikumet rêkarên pêwîst biger ber daku dawîyê bi mana hêzên bîyanî, nemaze Emerîkîyan bihîne li Îraqê.
