• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Yawer Namiq Salim peyamek serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata Yawer Namiq Salim.

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Yawer Namiq Salim birayê têkoşerê gelê me xwedê jêrazî Cewher Namiq Salim gihîşt me. Serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we yên azîz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.01.2020
Top