Trump: Em deyndarên we ne
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump de daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di civînê de, rewşa Iraqê bi giştî, peywendiya Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê û girîngiya wê bi taybetî ,di warê alîkariya enerjiyê, peywendiyên Hewlêr-Bexda, metirsiya serhildana teror û çawaniya berengarbûnê, rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û herwiha rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Herwiha hatiye gotin, Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê gelê Kurdistanê, spas û pêzanîn bo Serok Trump û Amerîkayê dûpat kir derbarê piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de. Nêçîrvan Barzanî di kombûnê de amaje bi wê kir ku niha teror li navçeyê metirsiyeke rasteqîn e û ji ber wê yekê girîng e hevpeymana navdewletî li li ser erka xwe berdewam be.
Di beşeke din a kombûnê de serok Nêçîrvan Barzanî puxteyeke derbar Herêma Kurdistanê her ji raperîna 91ê heta azadiya Iraqê û qonaxa piştî sala 2003 û rola Herêma Kurdistanê di binyatdanîna Iraqa nû pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê bo pêşvebirina peywendiyên li gel Amerîkayê di warên cuda de nîşan da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Donald Trump jî gelê Kurdistanê weke miletekî mezin bi nav kiriye û ragihandiye, “em deyndarên we ne” û herwiha spas û pêzanînên Amerîkayê derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê dupat kir.
Rudaw
