Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davos civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi civîna Serokê Amerîka Donald Trump re derbirî û spasiya piştevaniya Amerîka ya berdewam kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîka ragihand, wan xîlafeta DAIŞê şikandin û ewlehiya navçeyê jî diparêzin.
Roja 21.1.2020an karên 50emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê destpê kir, ku tê de 224 panel û hevdîtin û civînên fermî encam didin û 774 beşdar jî gotaran pêşkêş dikin, yan di panelan de amade dibin.
Li Davosê, îsal 7 pirsên cîhanî tên guftûgokirin, germbûna zemînê, sedemên şewitandina beşek ji daristanên Austiralya û Amazonê, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê girîngtirîn pirsên Korbandê dibin.
Korbenda Abûriya Cîhanê li Davosê, ji aliyê Klaus Schwab ve di sala 1971an hat damezirandin û salane birêve diçe.
K24
