Tevî berdewamiya nerazîbûnan, hikûmeta nû ya Lubnanê hat ragihandin
Hessan Diyab piştî civîna bi Serokê Lubnanê Michel Aoun re, pêkanîna hikûmeta nû ya Lubnanê ragihand û got, di hikûmeta nû de wan wezaret dane kesên şareza û pispor.
Tê gotin, li gorî rêkeftina ku di navbera Hizbullaha Lubnanê û aliyên nêzîkî wê de ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye encamdan, fokusa wan dê li ser çareserkirina kirîza aboriya welat be.
Lê li hember jî, xwepêşanderan pêşwazî li pêkanîna hikûmeta nû ya welatê xwe nekirin û ew hikûmet red kirin. Xwepêşanderên nerazî daketin ser cadeyan û çûne beramber avahiya parlamentoyê û hikûmeta nû, bi berdewamiya partiyên desthiladar ên berê dane zanîn û gotin, ku tenê rûyên kesan hatine guhertin.
Ew demeke dirêj e ku li hember rewşa xirab a siyasî û aboriya Lubnanê, xelkê wî welatî xwepêşandanan dikin û razî nabin ku cadeyan vala bikin.
Xwepêşander daxwaza nehêlana genedeliyê û baştirkirina rewşa aborî û xizemtguzariyê dikin.
Rudaw
