• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel wezîra derve ya Swêdê civiya

Gulan Media January 22, 2020 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê li gel wezîra derve ya Swêdê civiya
behsa şerê dijî terorê û rola Kurdistanê hate kirin
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de li Davosê, duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîra derve ya Swêdê Ann Linde civiya.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê, rewşa aware û koçberên heyî yên li Kurdistanê û çawetiya xizmet kirina wan hate kirin.

Her di heman civînê de her du alî behsa rewşa Îraqê, xwepîşandanên Îraqê û metirsiya terorê kirin û tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera tevahiya aliyan bo rûbirû bûna terorê kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rola hêvpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê di şerê terorê de hate kirin û wezîra derve ya Swêdê Ann Linde rêzdariya xwe ya bo rola Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir.

Top