Li Iraqê herî kêm 10 xwepêşanderên din hatin kuştin
Xwepêşandan û alozî li paytext Bexda û çend bajar û parêzgehên din yên Iraqê didomin.
Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihandiye, di heyama 24 saetên borî de li Bexda, Diyale, Besra, Zîqar û Kerbela herî kêm 10 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Komîsyonê daye zanîn, di wan aloziyan de 135 kes birîndar bûne û 88 kes jî hatine girtin.
Basnews
