• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Trump û Putin ji min xwestin, ku bi Mezlûm Ebdî re bicivim

Gulan Media January 21, 2020 Nûçe
Erdogan: Trump û Putin ji min xwestin, ku bi Mezlûm Ebdî re bicivim
Serokomarê Tirkiyê dibêje, Trump û Putîn fişar li wî kirin e, ku bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî ev yek red kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan liser pirsa rojnamevanan a derbarê civînên aliyên Lîbyayê, da xuyakirin, tu niyazek wî nîn e bi Xelîfe Hefter re rûn e. Erdogan got, Serokê Amerîkayê gelek fişar li wî kirin e, ku bi YPG û Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî gotiye, ew tu carê bi terorîstekî re li dor maseyê rûnan e.

Erdogan da xuyakirin, Putîn jî heman tişt ji wan xwestiye û got, di têkoşîna dijî terorê navnetewî de, gelek bac dan e û di siyaseta wî de, hevdîtinek û rûniştineke weha nabe.

Hîn berê Erdogan dabû destnîşan kirin, ku birêveberiya Amerikayê hewl da ye, di navbeyna mezlêm Ebdî û Erdogan de civîn lidar bikeve, lê yekem car e di vê babetê de navê Serokê Rûsyayê Putin jî binav dike.



K24
Top