• Wednesday, 11 February 2026
logo

SANA: Artêşa Tirkiyê demografiya Serê Kaniyê diguhêre

Gulan Media January 21, 2020 Nûçe
SANA: Artêşa Tirkiyê demografiya Serê Kaniyê diguhêre
Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyê radigihîne, artêşa Tirkiyê 1500 kes ji malbatên grûpên çekdaran li du taxên Serê Kaniyê bicih kirine.

Ajasa “SANA” a Sûrî belav kir, artêşa Tirkiyê li ser bicihkirina malbatên çekdaran li Serê Kaniyê berdewam e û di dema dawî de 1500 kes li her du taxên Xerbat û Hewarnê yên wî bajarî bicih kirine.

Li gor wê ajansê daye zanîn, li ser bicihkirina malbatan û parvekirina malan, pevçûn di navbera grûpên çekdar de jî derketiye.

Wê ajansê artêşa Tirkiyê tometbar dike, ku ji meha Cotmeha 2019an ve, kiryarên xirap bi serê xelkê herêmên dagîr kirine dike, ta wan neçar bike ku koçber bibin û bi malbatên çekdarên terorist li şûna bicih dike û plana guhartina demografî dike.

Ji aliyê xwe ve, partî û rêxistinên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê jî artêşa Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin, ku armanca wê ji êrîşa li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ew e, demografiya herêmên Kurdî biguhêre û nasnameya wan a Kurdî têk bide.

K24
Top