• Wednesday, 11 February 2026
logo

Aşkera bû, xelîfeyê nû yê DAIŞê birayê rêveberekî partiyekî Iraqê ye

Gulan Media January 21, 2020 Nûçe
Aşkera bû, xelîfeyê nû yê DAIŞê birayê rêveberekî partiyekî Iraqê ye
Xelîfeyê nû yê rêxistina terorîst a DAIŞê birayê rêveberkî partiyekî Iraqê ye.

Îro 21.01.2020ê rojnameya The Guardian a Brîtanyayê raportek belav kir û di wê raportê de hat ragehandin, navê temam ê xelîfeyê nû yê DAIŞê Îbrahîm Qardaş wisa ye: Emîr Mihemed Ebdulrehman El Mewla Selbî.

Ebu Îbrahîm xelkê bajarokê Telafer a li sînorê parêzgeha Nînowa ye û tirkmene û wek Qardaş tê pênase kirin û hemû ew tewanên li dijî xelkê Şingalê hatine kirin bi ferm û serpereştiya wî hatine encam dan.

Li gor heman rojname behs dike, xelîfeyê nû yê DAIŞê birayê rêveberê Eniya Tirkmen a Iraqê Adil Selbî ye û heta bûye xelîfeyê DAIŞê jî peyvendiya wî bi birayê wî ve hebûye.

Ebu Îbrahîm ku wek Ebdula Qardaş jî tê nasîn, piştî kuştina Ebubekir bexdadî wek xelîfeyê DAIŞê hate destnîşan kirin.

Roja 27.10.2019ê bi operasyonekî taybet ve tîmekî yekîneyên leşkerî yên taybet ên Amerîkayê ya bi navê Delta Fors, xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî li bajarê Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê kuştin.

Basnews
Top