Guftûgoyên diyar kirina kesekî di cîhê Ebdulmehdî de hatin paşxistin
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi armanca beşdarbûna li forma aborî ya Davosê, bi serokatiya şandeyekî Iraqê ve serdana Swîsre dike.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Emîn Faris ji BasNewsê re ragehand, ji ber rêknekevtina li ser navên namzedan û geşta Berhem Salih, dema diyar kirina namzedekî bo serokwezîrê Iraqê hate paşxistin.
Îro 21.01.2020ê forma aborî ya Davosê li Swîsre bo çar rojan kom dibe û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herwaha 3 hezar rêveber û kesayetên payebilind ên cîhanê jî beşdar dibin.
Duh 20.01.2020ê êvari Berhem Salih û rêveberên şîe guftûgo derbarê diyar kirina kesekî bo serokatiya hikûmeta Iraqê kirin, lê negeheştin ti encamekî.
Guftûgoyên diyar kirina kesekî bo serokatiya hikûmeta Iraqê heta dema vegera serokkomar hatin paşxistin.
Basnews
