• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rûsya: Amerîka kar ji bo têkbirina rewşa rojhilatê Firatê dike

Gulan Media January 21, 2020 Nûçe
Rûsya: Amerîka kar ji bo têkbirina rewşa rojhilatê Firatê dike
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji K24ê re ragihand, Amerîka kar li ser têkçûna rewşa rojhilatê Firatê dike.

Sergey Ryabkov ji K24ê re axivî û got: “Hewlên me bo parastina serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyaya Erebî ne. Amerîka bi kar û çalakiyên xwe li rojhilatê Firatê bi arasteya têkbirina rewşê û redkirina serwerî û yekperçeyîya Sûriyê ye. Ji ber wê jî, em ji van pêngavan gelekî nîgeran in.”

Herwiha got: “Pêwîst e ji bo pirsa Sûriyê, hemû bê dîtin û rê ji bo Komîta Destûrî bê xweşkirin û erkên xwe bike. Em wek Rûsya hemû hewlên xwe didin ji bo serxistina van karan.”

Ev daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê piştî wê yekê tê, pêştir Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû, Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û dest deyne ser kêlgehên petrolê.

K24
Top