• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îran: Peywendîyên me li gel Seûdîye diçe di qonaxeka nû de

Gulan Media January 20, 2020 Nûçe
Îran: Peywendîyên me li gel Seûdîye diçe di qonaxeka nû de
Alîkarê wezîrê derve yê Komara Îslamîya Îranê bo karûbarê Civata Şurayê, Emîr Ebuldahîyan ragehand, di qonaxa dahatî de peywendîyên Tehranê li gel Seûdîye û welatên din yên kendavê dê ber başîyê biherin.

Evro di konfiranseka rojanemvanî de, Ebdulahîyan got: Pêşbînî dikîn peywendîyên Seûdîye û Îranê be bi pêşve biherin û peywendîyên Tehranê li gel welatên din yên kendavê ber bi başîyê ve biçin.

Ev helwêsta nû ya Tehranê piştî kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê Feyleqa Qudisa Supayê Pasdaran bi guhetineka berçav di sîyaseta derve ya Îranê dihêt hejmarkirin.

Berê jî Mehemed Cewad Zerîf, weîzrê derveyê Îranê ragehandibû, Tehran amadeye danûstandinên rasterast li gel welatê Seûdîye encam bide.

K24
Top