• Wednesday, 11 February 2026
logo

Aliyên siyasî yên şîe lihev dikin

Gulan Media January 20, 2020 Nûçe
Aliyên siyasî yên şîe lihev dikin
mimkune hefteya pêş navî berbijêrê were eşkere kirin
Endamê firakisyona Sadiqûn ya li parlementoya Îraqê Mihemed Beldavî ragihand ku aliyên siyasî yên şîe li Îraqê civiyane û di civînê de bi awayekî zarekî lihev kirine.

Mihemed Beldavî eşkere kir ku aliyên şîe li ser diyar kirina berbijêreke serbixwe bo postê Serokwezîriya Îraqê bi awayekî zarekî li hev kirine û tê payîn hefteya pêşiya me navê vî berbijêrê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku aliyên şîe li ser kesek lihev kirine ku ji aliyê raya giştî ve tê qebûlkirin.
Top