• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Yemenê 45 kes hatin kuştin

Gulan Media January 20, 2020 Nûçe
Li Yemenê 45 kes hatin kuştin
Li gor jêderên nûçeyan çekdarên Husî yên ku li dijî hikûmeta Yemenê şer dikin, bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên hikûmeta vê welatî li bajarê Marib kirine.

Çapemeniya Yemenî li ser zarê rayedarên tendirostî yên bajarê Marib belav kirine ku di encama êrîşa han de herî kêm 45 leşkerên hikûmetê hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn ev çend care di navbera çekdarên husî û hêzên hikûmetê de agirbest tê ragihandin lêbelê ev yek serkeftî nabe û şer didome.
Top