Bexda- 2 xwepêşander hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn
Piştî bi dawîhatina wê moleta sê rojî ya xwenîşanderan dabû hikumetê, xwenîşander careka din ketin ser cadeyan û bi şewitandina tayeyan, piranîya rêyên sereke û pirên Bexdayê bo demekê daxistin.
Kurdistan24 di raportekê da belav kiriye îşev roja yekşemê 19.01.2020an li Bexda alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan da rû daye û 2 xwepêşander hatine kuştin û 17 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li aliyê din di ragihandinekê da Rêveberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr jî bang li aliyên siyasî kir ku bi awayekî lêzgin serokwezîrê nû destnîşan bikin. Lewre metirsiya şerê navxweyî li Iraqê heye.
Basnews
