Leyla Guven: Ala Kurdistanê ya me hemûyan e
Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, li bajarê Amedê bi beşdariya 8 partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe. Cara yekemîn e ku di komxebateke ku HDP, DBP û KCD jî tê de ne ala Kurdistanê tê bicihkirin.
Hevseroka KCDê Leyla Guven, derbarê ala Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî. Guvenê bi bîr xist ku bi dehan hezar Kurd di oxira vê alê de canê xwe ji dest dane û ev al ya wan e jî.
Leyla Guven wiha got: “Ew al desketiya gelê Kurd e, li Başûrê Kurdistanê ji bo wê alê ne tenê Kurdên Başûr, ji parçeyên din jî Kurdan canê xwe dane ku gotina daku statûyeke gelê me hebe. Ew jî deskevtiyeke Kurdan e. Em jî weke Kurdên Bakurê Kurdistanê li wê alê xwedî derdikevin û ew ala me ye jî.”
Guven herwiha da zanîn ku Ala Kurdistanê ya li “Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” hate danîn li ser pêşniyara yek ji wan partiyên beşdarî komxebatê bûye hate pêkanîn.
Rudaw
