• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepêşanderên Necefê bi lehîm deriyê fermangehan daxistin

Gulan Media January 19, 2020 Nûçe
Xwepêşanderên Necefê bi lehîm deriyê fermangehan daxistin
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê hejmarekî xwepêşanderan duh 18.01.2020ê êvari deriyên fermangehên hikûmetê bi lehîm daxistin.

Xwepêşander di wê hewldanê de ne ku li bajarê wan dewama asayî ya fermangehan bê ragirtin û vê wek givaşek ser hikûmetê pêkbînin, ku bersiva daxwazên wan bide.

Xwepêşandanên Iraqê ji roja 01.10.2019ê ve li Bexda û piraniya bajarên Iraqê destpê kirin û xwepêşander daxwaza bi dawî hatina gendeliyê û li hember nebûna xizmetê rabûn.

Ji ber xwepêşandanan û tundiya li hember xwepêşanderan bikarhat, zêdetirî 600 hemwelatî û karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 16 hezar kesan jî birîndar bûn. Herwaha 700 kes jî kêmendambûn.

Basnews
Top