Erdogan ji ber rewşa Lîbyayê, Ewropa tehdîd kir!
Serkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Erdogan beriya ku biçe Konferansa Navdewletî li Berlînê ya di derbarê pirsa Lîbyayê de, ragahand, şaşîtiyeke mezin e ku Lîbya bibe meydana şer û aloziyan.
Erdogan got: Bila her kes bizane ku aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbaz dibe û heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Qaîde û DAIŞ dê ji nû ve li Lîbyayê xwe birêxistin bikin.
Erdogan da zanîn, ew ji welatên Yêkitîya Ewropa, gavên zelal û berbiçav hêvî dikin.
Serkomarê Tirkiyê amaje bi wê da, welatê wî dê rahênanê bi hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê ji bo şerê wê li dijî teror û bazirganiya bi mirovan bike.
Sibe Konferansa Navdewletî ya taybet bi Lîbyayê li Berlînê birêve diçe.
Ji bilî Erdogan, serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo jî beşdar dibin.
Li Lîbyayê du hikûmet hene. Hikûmeta ku bi serokatiya Fayîz Serrac e, alîgira Tirkiyê ye û ya din bi serokatiya general Xelîfe Hefter jî li dijî wê ye.
Basnews
