• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrên derve yê Kanada û Îranê li Umanê civiyan

Gulan Media January 18, 2020 Nûçe
Wezîrên derve yê Kanada û Îranê li Umanê civiyan
Wezîren derve yên Kanada û Îranê li Muscat ya Umanê kom bûn.

Berdevikê Wezareta Derve ya Kanada Adam Austen dîyar kir ku Wezîrê Derve yê Kanada François – Philippe Champagne û hevtayê wî yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf civîyane.

Austen da zanîn ku her du wezîr ser firoka Ukrayna ya Îranê xistî xwarê axifîne.

Wî dîyar kir ku Zarîf ser ‘’trajedîya mezin’’ poşmanîya xwe ragihandiye û wî û Champagne ser berpirsîyên Îranê yên bo malbatên qurbanîyan danûstandin kirine.

Peywendîyên dîplomatîk yên Kanada û Îranê di sala 2012an de qut bibûn.

Serokwezîrê Kanada yê wê demê Stephen Joseph Harper gotibû ku ew Îranê dijî aştîya cîhanê wek gefekî dibînin, balyozxaneya Kanada ya li Tehranê girtibû û dîplomatên Îranê jî ji Kanada derxistibûn.

Basnews
Top