• Wednesday, 11 February 2026
logo

Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê

Gulan Media January 18, 2020 Nûçe
Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê
Wezareta Gencîneya ya Brîtanyayê li gorî qanûna teror û piştgiriya wê, Hizbullaha Lubnan xist lîsteya terorê.

Wezareta Gencîneya Brîtanyayê dorpêçên xwe biser Hizbullah a Lubnanî berfereh kirin, û tevayiya xebat a Hizbullah xist listeya terorê de.

Wezareta Gencîneya Brîtanyayê bi biryarekê beşê siyasî yê Hizbullah jî, wekî rêxistina terorê pênase kir. Berî niha, tenê beşê çekdar ê Hizbullah di listeya terorê de bû, lê niha Konseya Cihad û Desteya ewleyî ya Derve jî girêdayî Hizbullah xist lista xwe ya terorê de. Bi vî awayî, tevayiya hebûnên darayî yên Hizbullah li Ingilistanê tên cemidandin.

Hizbullah a ku di sala 1982an de bi piştgiriya Îranê hate damezrandin, ji alî Tehranê ve, wekî aliyek girîng ji“Bereya Berxwedanê” jî tê pênase kirin.

Basnews
Top