Serok Barzanî ji Sîstanî re hêviya başbûnê xwast
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî belavbûna nûçeya nexweşketina rêberê olî yê bilind ê Şîeyan, Ayetullahê Seyid Elî Sîstanî, êvara roja Pêncşemê 16ê Çileya 2020 Serok Mesûd Barzanî peyamek ji malbata birêz Seyid Sîstanî û rayedarên Merceiyetê re şand.”
Li gor daxuyaniyê, “di vê peyamê de Serok Barzanî ji rewşa tendirsutiya Sîstanî pirsî û ji Xwedayê mezin hêviya şîfa û başbûna bilez ji bo birêz Sîstanî kir.”
Ji ber şikestina piyê wî yê çepê, duh Pêncşemê neştergerî ji rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hatibû kirin.
Ofîsa rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku piyê çepê yê Sîstanî di bûyerekê de şikestiye, lewma neştergerî jê re hatiye kirin.
Wezîrên Derve yên Amerîka û Îranê, Mike Pompeo û Mihemed Cewad Zerîf jî têkildarî rewşa tendirustiya Sîstanî peyam belav kiribûn.
Rudaw
