• Wednesday, 11 February 2026
logo

Zaxo- Kesekî dayik û birayekî xwe kuşt û polîsek jî birîndar kir

Gulan Media January 17, 2020 Nûçe
Zaxo- Kesekî dayik û birayekî xwe kuşt û polîsek jî birîndar kir
Beriya bi demekê li navçeya Zaxo ya Duhokê ciwanekî birayekî xwe û dayika xwe kuşt û polîsek jî birîndar kir.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Duhokê Muqedem Hêmin Silêman ji BasNewsê ra axivî û got: “Êvara îro roja pêncşemê 16.01.2020an li navenda bajarê Zaxoyê li taxa Hesenîkê bi çeka kelaşînikof dayik û birayekî we kuşt û bi hatina hêzên emnî bo cihê bûyerê teqe li hêzên emnî hî kir û polîsek jî birîndar kir. “

Herwiha Hêmin Silêman got: Hêzên emnî bersiva wî dan û bi birîndarî ew desteserkirin. “

Herwiha birînda polîs negirane û birîna bikûj jî giran nîne.

basnews
Top