Sîstanî hat neştergerîkirin û Pompeo û Zerîf peyam dan
Duh Pêncşemê 16ê Çileya 2020, ofîsa rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku piyê çepê yê Sîstanî di bûyerekê de şikestiye, lewma neştergerî jê re hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin, şeva Çarşembê piyê Elî Sîstanî li ber wî çûye û di encamê de hestiyê ranê piyê wê yê çepê şikestiye û îro bi çavdêriya tîmeke pizîşkên Iraqê neştergerî jê re tê encamdan.
Têkildarî rewşa tendirsutiya Sîstanî, Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf duh di twîttekê de wek ragihandina mizgîniyê aşkere kir, ku neştergeriya rêberê olî yê bilind ê Şîeyan serkevtî bûye.
Zerîf di peyama xwe nivîsî: “Mizgîniyê didim hemû kesî li Îran û Iraqê, ji ber serkevtina neştergeriya jibo rêberê bilind ê olî Ayetullah Elî Sîstanî. Xwedayê mezin hertim berdewamiyê bide sîbera wî. Em duayan ji yezdanê mezin dikin ku bi zûtirîn dem wî şîfa bide û tendirustiya wî baş bike.”
Zerîf li ser twîttera xwe herwiha wêneyek belav kiriye, ku ew bixwe li gel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Elî Sîstanî têde xuya ne.
Pompeo hêviya zû başbûnê ji Sîstanî re xwast
Her têkildarî rewşa tendirustiya Elî Sîstanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî di çend twîttên bi zimanên Erebî, Farsî û Ingilîzî de nivîsand: “Spas ji xwedê re ku îro li Iraqê, neştergeriya birêz Ayetullah Sîstanî bi awayekê serkevtî bidawî bûye.”
Pompeo herwiha gotiye, ew jî tevî bi milyonan xelkê Iraqê duayan ji Sîstanî re dike û hêviya zû başbûnê û temendirêjiyê jê re dixwaze.
