Di encama teqînekê de li Girêspî, 10 kes hatin kuştin û sê ji wan serbazên Tirkiyê ne
Rewangeha Surî a mafên mirovî ragehandiye , teqînek bihêz li bajarokê Siluk li başurê Girêspî li gundewarên Reqayê, ku di jêr kontrola hêzên Tirkî û grupên çekdar ên biser ve de ye, rû da.
Teqîn bi rêya otombêleke bombekirî bû ye û navendek grupa çekdar a bi navê Ehrar Elşerqiye li wî bajarokî kir armanc .
Ligorî Rewangehê, di teqînê de 7 çekdarên biser Tirkiyê ve, ku dinav wan de serkirdeyek grupa Ehrar Elşerqiye heye , herweha 3 serbazên Tirkiyê jî, hatine kuştin, û hejmarek jî, bi giranî birîndar bûn e.
Her evro wezareta bergirya Tirkiyê jî kûştina sê serbazên xwe piştrast kir.
