Pêntagon me ti pilanek bo vekişandina hêzên xwe ji Îraqê nîne
Conasan Hofman, gotebêjê wezareta Berevanîya Emerîka di kongireyeke rojnamevanî de got: Hêzên wan li Îraqê dê bimîn in û wan ti pilan nîne bo vekişandina wan hêzan ji wî welatî.
Derberê Îranê jî, gotebêjê wezareta berevanîya Emerîkayê tekez kirîye, ew ne tenê ji hêrişên Îranê nîgeran in, lê ew ji hêrişên dûvelankên wê jî nîgeran in. ev jî wek amajeyek bo girûpên çekdarên Îraq, Siriya, Yemen û Lubnanê ku li gor gotina Emerîkayê fermanan ji Îranê werdigirin.
Herweha zelal jî kirîye, pêwîste Îran rêyên dîplomasî bo çareserkirina arîşeyan bigre ber.
K24
