Efserekî Kurd li Bexdayê hat kuştin
Fermandariya Polîsê Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku efserê Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber, Rêbwar Fazil di “êrîşeke terorîstî” de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Rêbwar Fazil di hewldaneke xedrê û tirsenokî de ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin”.
Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber a Iraqê diyar kiriye, ku hejmarek çekdaran teqe li otomobîla wî efserê Kurd kirine û di encamê de çend gulle li wî ketine û canê xwe ji dest daye.
Heman dezgehê diyar kiriye, ku Rêbwar Fazil li cem wan bi pileya Mulazim efser bûye û sersaxî ji malbata wî re xwestiye.
Rudaw
