• Wednesday, 11 February 2026
logo

Aliyên Rojavayê Kurdistanê ji bo diyaloga bi Şamê re daxwaza garantiya navdewletî dikin

Gulan Media January 15, 2020 Nûçe
Aliyên Rojavayê Kurdistanê ji bo diyaloga bi Şamê re daxwaza garantiya navdewletî dikin
Di dîbeyteke taybet de, Tora Medyayî ya Rûdawê hejmarek ji pirsên girêdayî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel 4 serkirdeyên siyasî yên ENKSê û Rêveberiya Xweser gotûbêj kir, yek ji mijarên gotûbêjan diyaloga ligel Hikûmeta Sûriyê bû.

Serkirdeyê Partiya Pêşverû diyar kir, ku heta niha ti danûstandinên fermî di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de çê nebûne, lê hinek hewl hebûn û eger ew diyalog bi garantoriya Rûsyayê be dê baş be.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ehmed Berekat, tekezî li ser wê yekê jî kir ku ji aliyên Kurdî tê xwestin bi yek deng û helwest û yek bernameyê têkevin diyalogeke wiha ligel Hikûmetê.

Ehmed Berekat got: “Ti diyalogeke fermî di navbera tevgera siyasî ya Kurdî û Şamê de çi nebûye. Em bihêvî ne û em dixwazin ku ew diyalog û danûstandin çêbibe , û tevgera siyasî ya Kurdî bi giştî eger îmaka wê hebe, li ser kaxezeke hevbeş û bi nerîneke hevbeş herin bi rejîmê re danûstandinê bikin, ew jî bi çavdêrî û garantoriya Rûsya. Eger Rûs di navbera me û Şamê de navbeynkar bin, dê tiştekî baş be, bi baweriya me, em dê bikarin hin gavan bihavêjin. Bêyî vê yekê, em wiha dibînin ku em bi tena serê xwe û her partiyek bixwe biçe Şamê, em nikarin tiştekî bikin.”

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, PDK-Sê nîşan bi wê yekê da ku Hikûmeta Sûrî serederiyeke ewlkarî ligel doza Kurdî dike, behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê jî kir, ku çareseriya pirsa kurdî û ya Sûriyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir da xuyakirin: “Îro rejîma Sûriyê heta vê gave jî ne hazir e ku diyalogê bi Kurdan re bike. Heta niha jî vexwandinên rejîma Sûriyê (ji bo aliyên Kurd) di rêya dezgehên emnî re ye. Li gor proje û nerîna me, pirsgirêka Sûrî bi giştî û pirsgirêka Kurdî bi rêya biryarên navdewletî û hevdîtinên Cinêvê tê çareserkirin, nameze jî biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Asayişa Navdewletî.

Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî nîşan bi wê yekê da ku projeyeke amadekirî li cem Rêveberiya Xweser heye, ku pêwîst e kar bi wê projeyê bihê kirin.

Rudaw
Top