• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel şandeke Brîtanî civiya

Gulan Media January 15, 2020 Nûçe
Serokê herêmê li gel şandeke Brîtanî civiya
behsa gelek mijaran bi taybetî têkiliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê kirin
Îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî a bi Serokatiya nunerê Serokwezîrê Brîtanya û Şêwirmendê karûbarên Rojhilata Navîn jeneral John Lorimer kir.

Di civînê de ku balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê, Konsulusê Brîtanî yê li Hewlêrê û Cîgirên Serokê herêmê têde beşdar bûn, behsa pêşhatên dawî yên li deverê û aloziyên heyî yên li Îraqê de hate kirin.

Giftûgo kirin li ser zêdebûna liv û tevgerên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî, hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî bo rûbirû bûna DIŞIê û rola hevpeymaniya cîhanî çend mijarên din yên vê civînê bûn.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û berdewamiya hemahengiya navbera Brîtanya, Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Top