• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Pakistanê aşût hat – 57 kes mirin

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
Li Pakistanê aşût hat – 57 kes mirin
Li herêma Keşmîr ya Pakistanê ji ber aşûtê herî kêm 57 kes mirin.

Duhî li geliyê Nîlom li herêma Keşmîr ya Pakistanê, aşût (şepe) hat.

Li gorî agahiyan, ji ber wê aşûtê herî kêm 57 kes mirin.

Tê gotin ku gelek kes jî di bin aşûtê de mane, ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.

Xelkê wê herêmê dibêjin, di heyama 20 salên borî de berfirek wiha neketibû.

Basnews
Top