• Wednesday, 11 February 2026
logo

176 berpirsên din yên artêşa Tirkiyeyê tên girtin

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
176 berpirsên din yên artêşa Tirkiyeyê tên girtin
hijmareke zêde ji wan fermandarên mezinin
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di çarçoveya operasiyonên dijî endamên cemaeta Fethulah Gulen de, îro sêşem, Serdozgeriya bajarê Îzmîrê biryara girtinê bo 176 berpirsên din yên artêşa Tirkiyeyê der kiriye.

Çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku ev 176 berpirsên artêşa Tirkiyeyê ku biryara girtina wan hatiye dayîn endamên cemaeta gulenin.

Di nava wan kesan de Fermandarên mezin, pîlotên balefirên F16 û Fermandarên cendrimeyê jî hene.

Top