Hikûmeta Kurdistanê dema karê karmendên xwedan pêdiviyên taybet kêm kir
Rêveberiya giştî ya çavdêrî û geşedana civakî ya Hewlêrê ragihand, bi fermana Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Kurdistanê biryar day edema karê karmendên xwedan pêdiviyên taybet were kêmkirin.
Li gorî fermana wê wezareta hikûmetê, êdî karmendên ku xwedan pêdiviyên taybet in, dê rojane saetekê kêm kar bikin.
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî her wiha biryar daye li her dezgeh û rêveberiyekî karmendek were danîn da ku alîkariya karmendên xwedan pêdiviyên taybet bike.
