• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heşda şebî ji tirsa civînên xwe li Îranê lidar xide

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
Heşda şebî ji tirsa civînên xwe li Îranê lidar xide
biryar dane li dijî hêzên Amerîkî kar bikin
Li gor jêderên çapemeniyê, berpirsên heşda şebî yên ku beşeke wan piştî kuştina Qasim Silêmanî reviyane Îranê, venegeriyane û niha berpirsên heşda şebî ji tirsa ku mimkune Amerîka êrîşî ser wan bike, li Îranê civînên xwe li dar dixin.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê kirin ku duhê li bajarê Qumê ya Îranê nunerên komên heşda şebî civînek bo der xistina hêzên Amerîkî li Îraqê lidar xistine.

Hate zanîn ku nunerên komên Seraya Selam, Esayîbî Ehlîheq, Seyêd Şuheda û Nuceba li bajarê Qumê bi amadebûna rayedarên Îranî civîneke xwe lidar xistine û di civînê de biryar dane daku bo derxistina hêzên Amerîkî li Îraqê hêzên xwe yek bixin.
Top