HDP nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî dibe parlamentoyê
Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mijara pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi 36 ziman û 80 zaraveyan li Firokexaneya Stenbolê û nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî li wê firokexaneyê veguhest parlamentoyê û daxwaz ji Wezîrê Guhestin û Jêrxana Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan kir ku bersiva pirsan bide.
Parlamentera HDPê dibêje: “Li Firokexaneya Stenbolê bi awayekî berfireh xizmetguzariya wergerandinê bi 36 ziman û 80ê zaravayan tê pêşkêş kirin. Ligel ku zêdeyî 20 milyon welatiyên Kurd li vî welatî dijîn, li sektora guhestinê û sektorên din ên giştî rê li ber bikaranîna zimanê dayîkê tê girtin û ev jî mînakeke din e.”
Daniş Beştaş herwiha diyar kiriye, ew welatiyên ku bi zimanê Tirkî nizanin rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin, bi taybetî li cihekî hestyar wek firokexaneyê û dipirse, “gelo Kurd ne welatiyên vî welatî ne? Çima rûbirûyê ferq û cudahiyê dibin?”
Rudaw
